Teyisînên xwendinê

Dilawer Zeraq

Xwendin, digel awayên xwe yên cur bi cur, di dema xwendinê de kartêkên rengorengo dike û piştî xwendin bi dawî dibe; kartêkên ketî behsê diçin digihîjin dongiyên cihêreng.

Her wiha, gava em serê pêşîn, di ser agahiyê re (zanîna ku di kêliya xwendinê de digihîje xwîner) bala xwe bidin xwendinê, em ê karibin bêjin, havila ku jê tê hildan, zêdetir di ser fêrbûnê re ye û;

a) ger xwîner ji bo wergirtina agahiyeke (information) nû dixwîne, hingê çêja ji xwendinê tê girtin, di ser ”tewawbûna kêmaniyê” re ye ku mirov dikare wê di rengê ”fêrbûn”ê de derbibire û bêje; hest û pêhisîna xwîner ya di vê çalakiyê de, bi giştî di ser asta ”agahiya hildayî” re ye,

b) ger xwîner di çalakiya xwendina xwe de, hay jê hebe ku ji bo ”tewawkirina kêmaniyên xwe” dixwîne, hingê çêja ji xwendinê tê girtin digel ”fêrbûna zanînê” di rengê xurtkirin û pihêtkirinê de ye.

Di xwendina berhemên wêjeyî de, mebesta ”wergirtina agahiyeke nû” ne li dar e û ”armanca tewawkirina kêmaniyan” jî, qet ne li pêş e. Nexwe, em dikarin bêjin; xwendina berhemên wêjeyî tiştekî dîtir e û di xwe de taybet e.

Di feraseta klasîk de, xwendina berhemên wêjeyî; li ser ”pêrayîkirin (like) û pesendkirinê (appreciate)” ye.* Ev feraseta xwendinê ya klasîk, bêtir ji bo helbestan rûniştiye û estetîkeke pesendkirinê jê peyde bûye ku “Xweş(ikah)î ne di helbestê de lê di pêhisîn an jî di pesendkirina xwîner de peyde dibe.”(1)

Di serdema modern de, estetîka pêrayîkirinê û şêweyê xwendinê guheriye û xwendin, nirxandin û hikmlêdana ji bo berhemên wêjeyî, pey der pey ji estetîk û pesendkirina berê dûr ketiye; rengekî dîtir daye xwe û berhem piştî xwendinên xwîneran bi awayekî dîtir hatine nirxandin û dahûrandin; û êdî peyvên wekî ”xweş, bedew”, ji bo berheman nehatine bikaranîn. Di serdema modern de, êdî armanca xwendina berhemê ne çêjjêhildan e; lê armanca xwendinê êdî qefaltin, têgihîştin, şirovekirin û dahûrandina ”rastî û heqîqeta berhemê” ye. Loma jî, te divê bila honakî be, te divê bila bêjarî (discoursive-rethorical) be, her wekî Roland Barthes destnîşankirî, di xwendina berheman de, ”Geriyan bo heqîqeteke yekane û hevpar tê kirin; ji ber ku ew bi xwe êdî rastiya peyvê ye.”(2)

Herçî xwendina berhemên wêjeyî yên kurmancî ne; beşek zêde ji nirxandin û hikmdanan, hê jî li ser estetîka serdema klasîk e. Ji bilî analîzên objektîf ên nivîskî ên kêmhejmar ku bi nêrîneke objektîf angaştên xwe dispêrin gelek cure û awayên ramanan jî, piraniya hikmdan û nirxandin li ser peyva ”xweş”ê ne û ”Pesendkirina ku ji bo qedexekirina peyvê heye”(3) gelek rêyan li berhemê jî digire. Ji ber hindê, berhem, ji armanca lêgerîn û qefaltina ”rastî û heqîqeta hundirî” ya berhemê dûr tên xwendin û berhema hatî xwendin, dide dû subjektîfiya rengdêra ”xweş.”

Her wiha, ger em bala xwe bibin sedem û jêderka xwendinê, em ê karibin pişta xwe bidin Barthes û bêjin, şiroveya xwîneran ya li ser berhemên xwendî, pasticheyî û hewespêanînî ye. Yanî, xwîner, hem di dema xwendinê de hem jî piştî bidawîkirina xwendinê, bi awayekî ji awayan, şiroveyek li ser berhemê dike; û gava ew şirove, bi gotinên ”xweş e, kêf da min, min kêf jê girt” bide der û ev gotin rengûawayê (quality) berhemê destnîşan bikin, em ê karibin bêjin; hingê xwîner di heman demê de behsa xwe jî dike ku ev reng şirove li ser ‘xwe-psîkolojî (self-psychology)’yê ava bûye; û di ser ”pêxweşbûn û pesendkirina xwîner” re, payeyeke qebûlbar dide berhemê û xîçek jî keys, şiyan û heqê ‘serketîbûn û behreya afirînê’ nade nivîskar û em ji gotina ”pirtûkeke-romaneke-çîrokeke-helbestekê xweş” ya xwîner û nirxandoxan wisa fam dikin ku divê kar û xem û têxebitîna nivîskar tenê ji bo kêfxweşkirina xwîner be.

Ger em pirsekê bikin û bêjin; ”nexwe çi ye ya ku berhemê ji pêrayîkirin û pesendkirina xwîner azad dike?”

Bersiv ev e; pêwîst e xwîner di dema xwendinê de xwe ji hîsa xweşîjêgirtinê dûr bixe da ku rê û derfeteke dîtir ya objektîfbûnê çêbibe li ber xwîner û berhemê. Gava ev rê û derfet çêbû; wê dûringeke taybet di navbera xwîner û berhemê de çêbibe ku navê wê ”dûringa rexnekirinê” ye û wê ev dûring bibe sedem ku berhem, bi rastî û heqîqeta xwe ya hundirî nêziktirî xwîner bibe û bi vî awayî hikmê xwîner yê li ser berhemê kêmtir bibe û peyva ‘‘xweş” êdî nikaribe di ser pesendkirina subjektîf re bendan li ber berhemê dayne û wê li ser pîver û krîterên wêjeyê, ji bo dîyarkirina rengûawayê berheman, peyvên wekî ”xurt-qels, serketî-neserketî” bên bikaranîn û jê û pê ve, wê berhem û xwîner ji hev bêminet bin.

1 Arat Necla (1987), Etik ve Estetik Değerler, Say Yayınları, 145

2 Barthes Roland, (2020) Eleştiri ve Hakikat, İletişim Yayınları, 42

3 h.b., r, p; 20

* Her du peyv jî di deqbendên (kontekstên) nêzî hev û bi giranî bi wateya ‘like-appreciate-beğenmek’ê hatine bikaranîn.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

xxx